English / Kurdish
Documentary Film Participation Conditions
1 – Documentary films made in 2023, 2024 and 2025 can apply to the festival.
- Films applying to the 2023 FilmAmed Documentary Film Festival cannot apply.
- There is no subject or time limit for application.
- All films that have a democratic attitude, respect the rights of women and children, do not have a perspective that alienates various religious, sexual and ethnic identities, and do not attack basic social struggle values will be evaluated.
2 - The fact that the films have previously participated in festivals or received awards in these festivals is not an obstacle to application.
- Each director can apply with more than one film.
- Documentaries shot in all languages can apply to the festival.
3 – It is mandatory for Kurdish and English subtitled formats or texts of films included in the festival selection but whose original language is not Kurdish to be sent with the film.
4- Before the festival program is declared, the applicant is informed via e-mail whether or not their film has been selected for the festival program.
5- After the applicant is informed that their film has been included in the festival program, the applicant who does not want their film to be included in the festival program must notify the festival committee of this request in writing via e-mail within 5 business days. Otherwise, the applicant does not have the right to withdraw their film from the festival after the festival program is declared to the public.
6- After all the applied films are evaluated by the preliminary jury, the festival selection is created.
Documents Required for Documentary Film Application
1 - Synopsis of the film (Kurdish, Turkish and English).
2 - Director's biography (Kurdish, Turkish and English).
3 - Poster of the film.
4 - Stills from the film (3 pieces).
5 - Photo of the director (1 piece).
6- Teaser or trailer of the film.
Project Participation Conditions
1 - The documentary project competition will be held among the works that have been prepared and designed. Films that have completed the production phase can also apply for post-production support within this scope.
2 - The projects that will participate in the competition must be completely original. The applicant's declaration regarding the project ownership will be accepted as the basis. Legal problems that may arise regarding the project ownership belong to the applicant. If it is determined that the project is not original, belongs to someone else or is taken from another work, the awarded award will be taken back with legal interest.
3 - Projects that do not have a democratic attitude, do not respect the rights of women and children, have a perspective that alienates various religious, sexual and ethnic identities, and attack basic social struggle values will not be evaluated.
4- Projects prepared by one or more people can participate in the competition. In case the project is supported, the financial support will be given to the person who applied. The Festival Committee is not responsible for the problems that may arise from the sharing of the financial support.
5- The projects participating in the competition are evaluated by a preliminary jury and a maximum of 10 projects will be selected to be evaluated by the main jury.
6- The owners of the projects that make it to the finals will present their projects to the project jury within the scope of the festival.
- The projects of project owners who do not present their projects to the jury within the scope of the festival will not be evaluated.
- After evaluating the project file and the presentation of the project owner, the festival jury decides to support a maximum of 3 projects from among these 10 projects that it finds worthy of support.
- If the jury members do not find the project worthy of support, they have the right not to provide support.
7- The projects that are eligible to receive support will be declared at the closing ceremony of the festival.
8- Project supports consist of three categories: production support, post-production support and technical equipment support.
9- 300 thousand TL production support will be provided to the project that receives production support.
- 250 thousand TL post-production support will be provided to the project that receives post-production support.
- Technical equipment support will be provided for the project that will receive technical equipment support, and two weeks of technical equipment (visual equipment, sound equipment and lighting equipment) support will be provided.
10 - Payments to the supported project will be made in 3 stages (excluding technical equipment support).
- After the project owner receives the first payment, they submit the work report to the festival committee, the festival committee evaluates the work report, and then the next stage is moved on to.
- If the project owner does not comply with the work schedule they submit to the festival committee, does not document valid reasons in their work reports and does not complete their project within the stipulated time, the amount of support paid will be taken back with legal interest.
11- When projects that receive support are completed, the opening credits of the film must include the phrase “Prepared with the contributions of the Filmamed Documentary Film Festival” along with the festival logo.
- Similarly, the award-winning project must include the logo of the Filmamed Documentary Film Festival along with the logo of the Kayapınar Municipality and the Middle East Cinema Academy Association in the closing credits of the film.
- The Kayapınar Municipality logo must be included on the film poster along with the festival logo.
12- Employees of the Middle East Cinema Academy Association and Kayapınar Municipality and their first-degree relatives cannot apply.
Documents Required for Project Application
1 - Purpose and scope of the project (minimum 1 page, maximum 2 pages).
2 - Research text and scenario of the project (minimum 5 pages)
3 - Researched sources, if any
4 - A rough cut copy of the completed film, at least 20 minutes long (For those who will apply for post-production support)
5 - Proposed shooting plan and project start and finish schedule.
6 - Project Budget (expense items in the budget will be detailed).
7 - Short CV of the project applicant (Director or Producer).
8 - Photograph of the project applicant (Director or Producer).
Şert û Mercên Serlêdana Fîlman
1- Fîlmên ku di salên 2023, 2024 û 2025’an de hatibin çêkirin, dikarin serî li festîvalê bidin.
- Fîlmên ku serî li Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya sala 2023’yan dabin, nikarin serî lêdin.
- Ji bo mijaran û dirêjahiya fîlm sînor nehatine danîn.
- Hemû fîlmên ku xwediyê helwesteke demokratîk bin, li hemberî mafên jinan û zarokan rêzdar bin, ne xwediyê nêrîneke ku nasnameyên cuda yên etnîk, bawerî û zayendî biçûk dixin, bin û êrîşî nirxên bingehîn ên têkoşîna civakî nekin, dê bên nirxandin.
2- Beşdarbûna fîlman a festîvalên wekî din an jî ji wan festîvalan wergirtina xelatan ji bo serlêdana fîlman nabe asteng.
- Her derhêner dikare bi ji yekê zêdetir fîlman serlêdanê pêk bîne.
- Fîlm bi kîjan zimanî hatibin kişandin bila hatibin kişandin, dikarin serî lê bidin.
3- Fîlmên ku ji bo pêşandanê bên hilbijartin lê zimanê wan ê resen ne Kurdî be, divê awayên wan ên bi jêrnivîsa Kurdî û Îngilîzî yan jî metnên jêrnivîsan bên şandin.
4- Beriya ku festîval dest pê bike, dê bi riya e-mailê ji serlêderan re bê ragihandin ka fîlmê wan ji bo pêşandanê hatiye hilbijartin an na.
5- Piştî ku serlêder der barê hilbijartina fîlm a ji bo bernameya festîvalê bê agahdarkirin, serlêderên ku nexwazin fîlmê wan di bernameya festîvalê de cih bigirin, divê di nava 5 rojên kar de vê daxwaza xwe bi awayekî nivîskî bi riya e-mailê ji lijneya festîvalê re ragihînin. Piştî ku bernameya festîvalê bi raya giştî re bê parvekirin, mafê serlêder ê ku fîlmê xwe paş ve bikişîne tune ye.
6- Piştî ku hemû fîlm ji aliye pêşjuriyê ve bên nirxandin, dê hilbijartina ji bo bernameyê pêk bê.
7- Fîlmên ku ji bo bernameya festîvalê bên hilbijartin, piştî nirxandina juriya festîvalê ji bo xelatdayînê hêja bên dîtin, dê di bernameya festîvalê ya bidawîbûnê de bên aşkerekirin.
8- Xebatkarên Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê û lêzimên wan ên nêz nikarin serî li beşên ku dê xelat bên dayîn, bidin.
Belgeyên Ku Di Dema Serlêdanê De Tên Xwesetin
1 – Sînopsîsa fîlm (Kurdî, Tirkî, Îngilîzî).
2 – Kurtejiyana derhêner (Kurdî, Tirkî, Îngilîzî).
3 – Afîşa fîlm.
4 – Dîmenên ji fîlm (3 dîmen).
5 – Fotografê derhêner (1).
6 – Teaser an jî fragmana fîlm.
Şert û Mercên Serlêdana Projeyan
1 - Pêşbirka projeyên belgefîlman, dê di navbera xebatên ku amadehiyên wan hatibin kirin û projeyên wan hatin sazkirin de pêk bê. Fîlmên ku karê çêkirinê bi dawî kiribin jî, dikarin di vê çarçoveyê de serlêdana piştgiriya postproduksiyonê pêk bînin.
2 – Projeyên ku dê beşdarî pêşbirkê bibin, divê bi tevahî xweser bin. Der barê xwedîtiya projeyê de gotina serlêder esas tê girtin. Pirsgirêkên hiqûqî yên der barê xwedîtiyê de derkevin, berpirsiyarî ya serlêder e. Ger ku bê tesbîtkirin proje ne xweser e, ya yekî/e din e, yan jî ji berhemeke din hatiye stendin, xelata ku hatibe dayîn ligel faîzê wê paşve tê girtin.
3 – Projeyên ku ne xwediyê helwesteke demokratîk bin, li hemberî mafên jin û zarokan ne rêzdar bin, nasnameyên cuda yên etnîkî, bawerî û zayendî biçûk bixin, êrîşî nirxên bingehîn ên têkoşîna civakî bikin, dê neyên nirxandin.
4 – Projeyên ku ji aliyê kesekî/ê yan jî ji kesekî/ê zêdetir ve hatibin amadekirin, dikarin serî lê bidin. Ger ku piştgirî bê dayîn, piştgiriya madî dê ji bo kesê/a serlêder bê dayîn. Lijneya Festîvalê ji pirsgirêkên ku dê di parvekirina piştgiriyê de derkevin holê, ne berpirsiyar e.
5 – Projeyên ku beşdarî pêşbirkê bibin, dê ji aliyê pêşjuriyekê ve bên nirxandin û herî zêde dê 10 proje ji bo nirxandina juriya esasî bên hilbijartin.
6- Xwediyên projeyên ku ji bo fînalê bimînin, di çarçoveya festîvalê de dê ji bo juriya festîvalê der barê projeya xwe de pêşkêşeyekê pêk bînin.
- Dê projeyên kesên ku der barê projeya xwe de ji bo juriyê pêşkêşeyê pêk neyînin, neyên nirxandin.
- Juriya festîvalê piştî ku dosyeyên projeyê û pêşkêşeyên xwediyên projeyan binirxîne, dê ji nav 10 projeyan herî zêde 3 projeyên ku dê piştgirî bê dayîn, hilbijêr.
- Ger endamên juriyê projeyeke hêjayî piştgiriyê nebînin, dê mafê wan hebe ku piştgiriya projeyê nedin.
7- Projeyên ku hêjayî piştgirîdayînê bên dîtin, dê di dawiya festîvalê de bên daxuyandin.
8- Piştgiriyên projeyan dê wek piştgiriya çêkirinê, piştgiriya postproduksiyonê û piştgiriya alav û amûran ji sê beşan pêk bên
9- Dê ji bo projeya ku hêjayî piştgirîya çêkirinê bê dîtin, 300 hezar TL piştgirî bê dayîn.
- Dê ji bo projeya ku hêjayî piştgiriya postproduksiyonê bê dîtin, 250 hezar TL piştgirî bê dayîn.
- Ji bo projeya ku hêjayî piştgiriya alav û amûran bê dîtin, dê ji bo 2 heftyeyan piştgiriya alav û amûrên teknîkî (amûrên dîmengirtinê, amûrên deng û am3urên ronahiyê) bê dayîn.
10- Piştgiriyên projeyan, dê wek sê beşan bên dayîn (piştgiriya alav û amûrên teknîkî ne tê de).
- Xwediyê projeyê, piştî ku beşa pêşîn a pğiştgiriyê wergire, dê nûsafa xwe ya xebatê pêşkêşî lijneya festîvalê bike, lijneya festîvalê dê nûsafa xebatê binirxîne û piştî wê derbasî gava paşê bibe.
- Ger ku xwediyê projeyê li gor bernameya ku pêşkêşî lijneya festîvalê kiriye tevnegere, di nûsafên xwe de ji bo sedeman palpiştan nîşan nede û projeya xwe di dema diyarkirî de bi encam neke, dê alîkariya ku hatibe dayîn li gel faîzê wê yê zagonî paşve bê wergirtin.
11- Projeyên ku piştgiriyê wergirin, dema ku bên biencamkirin, mecbûr e di jenerîka destpêkê ya fîlm de li gel hevoka “Bi alîkariya Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê hatiye amadekirin.” Logoya festîvalê hebe.
- Bi heman awayî projeya ku xelat wergirtibe divê di jenerîka dawiyê de li gel logoya Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê cih bide logoya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn.
- Di afîşa fîlm de li gel logoya festîvalê divê logoya Şaredariya Peyasê jî hebe.
12- Xebatkarên Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê û lêzimên wan ên di asta yekemin de nikarin serî lê bidin.
Belgeyên Ku Ji Bo Serlêdana Projeyan Tên Xwestin
1 – Armanc û çarçoveya projeyê (herî hindik rûpelek û herî zêde jî 2 rûpel).
2 – Metna lêkolînê û senaryoya projeyê (herî hindik 5 rûpel)
3 –Ku hebin çavkaniyên lêkolînê
4 – Fîlmên ku kêşana wan qediyabin, kopiyeke fîlm a pevbestina pêşîn a herî hindik, 20 deqîqe (Ji bo serlêdana alîkariya post produksiyonê)
5 – Plansaziya kêşanê ya ku tê pêşbînîkirin, bernameya destpêkirin û bidawîkirina projeyê.
6 – Budçeya projeyê (divê lêçûn bi awayekî bi hûrgilî bên nîşandan).
7 – Kurtejiyana kesê/a serlêder (derhêner an jî çêker).
8 – Fotografê kesê/a serlêder (derhêner an jî çêker).